Sûriye: Ji sala 2011an vir ve 283 rojnameger hatine kuştin
Li gorî Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas, faîlên kuştina rojnamegeran rêveberiya Esad, Rûsya, Tirkiye, HTŞ û DAIŞ in. Rêvebiriya Esed ji sala 2011an vir ve 181 rojnameger kuştine. Di 9ê Kanûna Pêşiya 2024an de dema ku rêveberî ket destê HTŞê, 23 rojnameger di girtîgehê de bûn. 10 rojnameger jî winda bûn ku 7 ji wan mexdûrên windakirina bi darê zorê ne.