2024: Jinan di bianet Kurdiyê de çawa cih girtiye?
Di 11 mehên destpêkê yên sala 2024an de mêran, 359 jin kuştine, tacîz li 120 jinan kirine, tundkarî li 592 jinan kirine û her weha tecawiz li 14 jinan kirine. Bi kêmanî 555 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 282 jinan gotiye, "bigûman e".