Paramaz Mercan: Divê her kes li Dêrê jî xwedî derkeve
Gelek caran rojên Şemî û Yekşemê ez jî wek gelek hevalên xwe yên li Amedê berê xwe didim Surê û bêhna dîroka qedîm li van kolanên Amedê dikşînim ser kezebê. Bi taybetî dawiya hefteyê mirov derziyê biavêje ji qerebalixê nakeve erdê.
Dawiya vê hefteyê jî bi heman awayî bû. Ez û hevalên xwe me berê xwe dan aliyê Minareya Çarlingî û di wir de xwe berda ber Dêra Surp Giragosê. Çend caran din jî dema em ji bo hin çalakî û hwd çûyî çavê min bi heman kesî ketibû û kurmanciya wî ya zelal di qoqilîka gohê min de mabû. Belê ez behsa yek bi xebatkarê li Dêrê Paramaz Mercan dikim.
Paramaz Mercan 54 salî ye û eslê xwe ji ermenên Amedê yên taxa Xançepekê ye. Paramaz ji me re hem qala kar û xebata xwe ya li Dêra Surp Giragosê kir hem jî bal kişand ser nêzikatiya kesên tên ziyareta Dêrê.
(WT/AY)
Çîrokbêj Sitî: Bila çanda çîrokbêjiyê di nav kurdan de bidome

Helbestvan Leyla Saraç: ‘Dema Tu Çûyî’ behsa welat û bêrîkirinên min dike

Wênesaz Nûrhîn El Hisên: Ez dixwazim bi xêzên xwe dengê kurdan bidim bihîstin

ŞAREDARİYA FARQÎNÊ
Kadrî Esen: Em ê bi xebatên bi vî rengî hewl bidin rê li pişaftinê bigirin

Şaredariya Amedê panela ‘Metnên Bi Kurdî yên Bi Herfên Ermenkî’ li dar xist
