RTUK: Em ê qeydên Geziyê bidin dozgeriyê
Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê qeydên Geziyê ji RTUKê xwestibû. Her weha çavkaniyekî ji RTUKê îro gotiye ku "Em ê bi berfirehî li arşîvê binêrin û arşîva pêwîst bişînin Serdozgeriyê."

Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê nivîsek ji Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonan (RTUK) re şandiye û daxwaza qeydên xwepêşandanên Geziyê yên 12 sal berê kiriye.
Çavkaniyên RTUKê îro ji Mynetê re axivîn û diyar kirin ku qeydên Geziyê di destê wan de ye û ew ê bidin dozgeriyê. Çavkaniyê ku navê wî/wê nehatiye aşkerekirin weha gotiye:
"Hemû qeyd di destê me de ne. RTUKê bi taybetî di rewşên awarte, karesatên xwezayî û bûyerên bi vî rengî yên terorê de hemû qeydan digire bin kontrola xwe û di arşîva xwe de vedişêre. Serdozgeriya me têkildarî medyayê daxwaza qeydan kir. Em ê jî bi berfirehî li arşîvê binêrin û arşîva pêwîst ji Serdozgeriyê re bişînin. Hemû qeydên têkildarî qonaxa Parka Geziyê bi me re hene."
(HA/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.