MKG: Di Sibatê de 2 rojnamegerên jin hatin girtin

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), rapora xwe ya meha Sibatê eşkera kir. Komeleyê di raporê de bal kişand ser sansûr, zext û girtinan rojnamegeran.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di raporê de hatiye diyarkirin ku zextên li ser rojnamegeran her ku diçe zêde dibin û pîşeya rojnamegeriyê weke sûc tê nîşandan. Her weha hatiye gotin ku rojnameger rastî tundkarî, desteserkirin, dozên nehiqûqî û sansurê tên.
Rapora MKGyê weha ye:
“Weke Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) em hemû zextên li ser çapemeniya serbixwe şermezar dikin û careke din biryardariya xwe ya parastina azadiya çapemeniyê radigihînin. Rojnamegeriya serbixwe garantiya mafê raya giştî ya wergirtina nûçeyan e. Lê belê rojnameger dema karê xwe dikin û ji ber newekheviya zayendî zext li wan tê kirin. Ev rewş ne tenê parastina mafê rojnamegeran di dixe xetereyê, di heman demê de mafê hemû civakê dixe xeteriyê. Em bang li hemû raya giştî ya demokratîk dikin ku li dijî van êrîşên giran ên li ser pîşeya rojnamegeriyê dengê xwe bilind bikin û hevgirtina bi çapemeniya serbixwe re zêde bikin.”
2 rojnameger hatin girtin
Di raporê de hat destnîşankirin ku di meha Sibatê de êriş li 3 rojnamegeran hatiye kirin, 4 rojnameger hatine desteserkirin û ji wan 2 jê hatine girtin, 5 rojnameger rastî zexta hiqûqî hatine û agahiyên wan hatine parvekirin. 4 malperên înternetê hatine girtin û 9 platformên medyaya civakî jî hatine astengkirin.
Di raporê de hate gotin ku 10 rojnamegerên jin girtî ne. Rojnamegerên girtî ev in:
“Elîf Akgul, Elîf Ersoy (Berpirsa Karê Nivîsê ya Kovara Yuruyuşê), Eylem Babayîgît, Hatîce Duman (Midura Karê Nivîsê û Xwediya Rojnameya Atilimê), Necla Demîr Arvas, Ozden Kinik, Oznûr Deger, Rahîme Karvar, Reyhan Hacioglû û Zuleyha Muldur.”
(AY)