3ê Adarê: Roja Mafên Karkerên Seksê ya Navneteweyî

Îro 3ê Adarê ye li seranserê cîhanê wek Roja Mafên Karkerên Seksê ya Navneteweyî tê bibîranîn. Ev roja taybet di sala 2001an de li bajarê Kalkutaya Hindistanê, bi mebesta mafên karkerên seksê û zehmetiyên ku ew pê re rûbirû dimînin bîne ziman bi çalakiyek hate ragihandin.
Ji wê dîrokê ve karkerên seksê û piştgirê wan vê rojê weke hêmayeke têkoşîna mafan pîroz dikin.
Li Tirkiyeyê mafên karkerên seksê û zehmetiyên ku rûbirû dibin
Li Tirkiyeyê tevî ku karkeriya seksê di çarçoveya hin qanûnî de tê tertîb kirin jî, pirsgirêkên cidî yên têkildarî mafên karkerên seksê û zehmetiyên ku rûbirû dibin berdewam dikin.
Maf û rewşa hiqûqî
Li gorî Qanûna Cezê ya Tirkan, karê seksê qanûnî ye; Lêbelê, hewldanên wekî teşwîqkirin, navbeynkarî an peydakirina cihek ji bo fihûşê wekî sûc têne hesibandin. Ev rewş, şert û mercên karkirinê yên karkerên seksê zehmet dike û nahêle ku mafên xwe biparêzin.
Zehmetiyên ku rûbirû dibin
*Cihêkarî û Demxekirin: Karkerên seksê ji ber pêşdaraziyên ku di nav civakê de berbelavin rastî cihêkarî û demxekirinê tên. Ev rewş rê li wan digirin ku ji xizmetên tenduristî, dadwerî û piştgirîyên civakî bêpar bimînin.
*Tundkarî û Bêewlehî: Karkerên seksê bi xetereya tundkariya fizîkî û zayendî re rûbirû ne. Kêmasiya mekanîzmayên parastina qanûnî û helwestên neyînî yên polîsan, nahêle pêşî li vê tundkariyê were girtin û ragihandin.
*Gihîştina Xizmetên Tenduristiyê: Karkerên seksê ji ber tirsa demxekirin û helwestên cihêkar ên xebatkarên tenduristiyê ji xizmetên tenduristiya zayendî bêpar in ango ji bo wan sînordar in. Ev rewş metirsiya belavbûna enfeksiyonên zayendî zêde dike.
*Ewlehiya Aborî: Karkerên seksê nikarin ji pergala ewlehiya civakî sûd werbigirin û her weha ji ewlehiya aborî bê par in. Ev yek jî wan li dijî xizanî û îstismarê lawaztir dike.
Rola saziyên civaka sivîl
Li Tirkiyeyê rêxistinên sîvîl hene ku mafên karkerên seksê diparêzin û piştgiriya wan dikin. Ev saziyana ji bo karkerên seksê ji xizmetên tenduristiyê sûd werbigirin rê vedikin, piştgiriya qanûnî didin wan û ji bo ku civak ji rewşê fêm bike dixebitin.
Li Tirkiyeyê ji bo parastina mafên karkerên seksê û ji bo çareserkirina zehmetiyên ku rûbirû dimînin, pêdivî bi rêziknameyên qanûnî yên berfireh û hişmendiya têgihîştî ya civakî heye.
Divê rêz li mafên mirovan ên karkerên seksê bê girtin, şert û mercên jiyana wan bên başkirin û mafên wan yên jiyana wekhev a civakî bê sazkirin.
(EMK/AY)