HDPê û Selahettîn Demîrtaş têkildarî êrişa li Mêrsînê daxûyanî dane
Selahettîn Demîrtaş di peyama xwe de diyar kiriye û gotiye, "Em ê li dijî her cure tûndkariyê derkevin, em ê di siyaseta demokratîk de israr bikin. Ez dixwazim ev yek ji aliyê her kesî ve bi zelalî were zanîn." Her weha HDPê jî gotiye, “Ew ê li dijî tûndkariyê siyaseta demokratîk bi israr biparêzin û helwesta xwe ya ji bo pêkanîna vê bidomîne”