Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê çûn serdana Demîrtaş û Mizrakli
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan ji bo serdana Selahattîn Demîrtaş û Selçûk Mizrakli çûn Edîrneyê.

Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan serdanên xwe yên ji bo siyasetmedarên Kurd ên girtî li Edîrneyê domandin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Hatîmogûllari û Bakirhan, ji bo serdana siyasetmedarên kurd ên girtî Selahattîn Demîrtaş û Selçûk Mizrakli, çûn Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Tîpa T a Edîrneyê.
Hevserokên Giştî duh jî çûbûn Girtîgeha Kandirayê û siyasetmedar Fîgen Yuksekdag û Gultan Kişanak ziyaret kiribûn.
Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê da zanîn ku piştî serdana Demîrtaş û Mizrakli dê têkildarî naveroka serdanê agahiyan parve bikin.
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.