Demîrtaş: Em Kiliçdaroglû bikin serokomar, bila Tirkiye nefesê bistîne
Selahettîn Demîrtaş, Hevserokê berê yê HDPê bang kiriye û gotiye: “Em Kiliçdaroglu bikin serokomar, bila Tirkiye nefesê bistîne.”

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş ku ji 4ê Çiriya Paşiya 2016an ve li Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê girtî ye, li ser hesabê xwe yê Twîtterê têkildarî hilbijartina serokomariyê peyamek belav kiriye.
Demîrtaşê ku zêdeyî 6 sal û nîv e di girtîgehê de ye, di peyama xwe de weha gotiye:
“Ger ji sindoqan guhertin dernekeve wê aborî jî û demokrasi jî bibe felaket. Êdî tûra sêyem a vî karî jî nîne! Em birêz Kiliçdaroglu bikin serokomar, bila Tirkiye nefesê bistîne.
Biçin sindoqê, ji bo 1 nefesê 1 deng bidin.”
(NT/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.