“Efsûn”a Demîrtaşî ji bo soranî hatiye wergerandin
Pirtûka dawî ya Selahettîn Demîrtaş, Hevserokê berê yê HDPê Selahattin ji bo soranî hatiye wergerandin. “Efsûn”a Demîrtaşî par payîzê hatibû weşandin.
.jpg)
Pirtûka dawî ya Selahettîn Demîrtaş, Hevserokê berê yê HDPê ji bo soranî hatiye wergerandin û çap bûye.
Wergêr Ferhad Çomanî pirtûkên Demîrtaş ên berê jî wergerandibûn soranî û niha “Efsûn” jî wergerandiye.
Pirtûk ji Weşanên Wajeyê derketiye û ji bo nasandina pirtûkê duh li Hewlêrê li Pirtûkxaneya Aştî civîneke danasînê hatiye li dar xistin.
Wergêr Ferhad Çomanî di civîna danasîna “Efsûn”ê de qala wergera pirtûk, pirtûkên Demîrtaşî kiriye û sipasiya kesên beşdar kiriye. Piştî danasînê Çomanî ji bo mêvanan pirtûk îmze kiriye. (AY)
*Çavkanî: Diyarname
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.