Demîrtaş: Ji kerema xwe mafê xwe yê dengdanê bikar bînin
Selahattin Demirtaş li ser Twitterê wêneyê ku dema dengdayînê kişandiye parve kiriye û gotiye, "Ji kerema xwe mafê xwe yê dengdanê bikar bînin."

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ku ji 4ê Çiriya Paşiya 2016an ve li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî ye, bang li hilbijêran kiriye û xwestiye hilbijêr biçin ser sindoqan.
Demîrtaş li ser hesabê xwe yê Twîtterê wêneyê xwe yê ku dema dengdayînê kişandiye parve kiriye û gotiye, "Ji kerema xwe mafê xwe yê dengdanê bi kar bînin."
(NT/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.