Li Colemêrgê ji ber Rewşa Awarteyê çalakî hatin qedexekirin
Walîtiya Colemêrgê biryar girt ku destûr ji bo xwenîşandan, daxuyaniya çapemeniyê, civînên li salon û ji derveyî salonan û meş bên wergirtin, çalakiyên weke vekirina kon û standan û çalakiya rûniştinê li bajêr were qedexekirin.