Li Colemêrgê 3 leşker hatine kuştin
Ji herêma Basyanê ya Iraqê êrîşî yekîneya leşkerî ya li Colemêrgê ewlehiya çêkirina rêyê dikirin hatiye kirin û di encamê de 3 leşker mirine.

Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Li Colemêrgê di encama êrîşa PKKiyan de sê leşker mirine, leşkerek jî birîndar bûye.
Ajansa Anadolûyê ragihand ku, PKKiyan ji herêma Basyanê ya li bakurê Sûriyeyê dikeve, bi moşekê êrîş birine ser yekîneya leşkerî ku ewlehiya karkerên rêya di navbera Bêzelê û Oremarê çêdikin distendin.
Êrîş saet nêzîkî 18.00ê pêk hatiye û di encamê de sê leşker mirine, leşkerek jî birîndar bûye. (EKN/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.