Li Colemêrgê leşkerek hat kuştin
Li navçeya Çelê ya Colemêrgê li gorî îdiayê teqemeniya ku berê PKKyiyan bicî kiriye teqiya û di encamê de çawişekî pispor mir, du leşker jî birîndar bûn.

Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Doganê (DHA) bûyer saet 04.00ê li Herêma Avûş Teqa a Çelê pêk hat. Çawişekî pispor ê ji yekîneyên bi ser 2yemîn Fermandariya Tûgayê ya Sînor ve girêdayî di encama teqîna teqemeniya li ser dest hatiye çêkirin de mir. Du leşker jî birîndar bûn. Leşkerên birîndar şandin Colemêrgê û li herêmê operasyon destpê kir.
Duh jî 5 kes mirin
Duh jî li Wanê 3 leşker û cerdevanek, li Şemzînana Colemêrgê jî leşkerek hatibû kuştin. (NV/FD)
nûçeyên pêwendîdar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.