Li Colemêrgê polîsek hat kuştin
Li Colemêrgê polîs û PKKyîyan şer kir. Polîsê Hêza Taybet ê bi navê Muhammet Ali Mevlûd Dûndar mir.
.jpg)
Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Li Colemêrgê polîs û PKKyîyan(Endamên Partiya Karkerên Kurdistanê) şer kir. Polîsê Hêza Taybet ê bi navê Muhammet Ali Mevlûd Dûndar ku 25 salî bû mir.
Walîtîya Colemêrgê bi daxuyaniyeka fermî li ser malpera walîtîyê da zanîn. Li dijî PKKyîyan operasyonek hatiye kirin. Di operasyonê de polîsek birîndar bûye û li Nexweşxaneya Colemêrgê miriye.
Pênc xuşk û birayên Dûndarî hebûn. Tê çaverêkirin ku li bajarê wî Karamanê bê binaxkirin.(NV/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.