Ji ber berfa zêde li Colemêrgê rêyên 23 gund û gundikan hatiye girtin
Ji ber berfa zêde û pûkê rêyên 23 gund û gundikên Colemêrg û Geverê hatiye girtin.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Colemêrg û navçeya wê Geverê ji ber berfa zêde rêyên gelek jîwaran hatiye girtin.
Li gorî nûçeya ku malpera yuksekova haberê duh di saet 18.00ê de par ve kiriye, rêyên du gund û heşt gundikên bi ser Colemêrgê ve û du gund û 11 gundikên bi ser Geverê ve hatine girtin. Bi giştî rêyên 23 jînwaran hatiye girtin.
Zinar ketine ser rêya Çelê
Her weha zinar ketine ser rêya di navbera Colemêrg û Çelê de.
Di encama xebata ekîbên Midûriyeta Rêyên Bejayî de, tenê aliyekî rêyê piştî pênc saetan hatiye vekirin.
* Fotograf: yuksekovahaber
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.