Li Iraq û Herêma Kurdistanê dengdana taybet destpê kiriye
Li Iraq û Herêma Kurdistanê dengdana taybet ya ji bo hilbijartinên pêşwext yên parlamentoya Iraqê destpê kiriye. Di dengdana taybet de bi tenê hêzên ewlekariyê, hêzên leşkerî, polîs, koçberên navxweyî, nexweş û kesên di girtîgehan de ne wê deng bidin. Li piştî dengdana taybet hilbijartinên pêşwext yên parlamentoyê wê di 10ê Çiriya Pêşiyê de pêk were.