Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji ber Covid-19ê xebatên xwe rawestandiye
Parlamentoya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kiriye û gotiye, parlamenter û karmendên parlamentoyê jî di nav de testa Covîd-19ê ya 197 kesî hatiye çêkirin. Ji ber ku encamên hinek testan pozîtîv derketiye, tevahiya kar û çalakiyên parlamentoyê ji bo du hefteyan rawestîne.