Akarî gotiye ku wan li Herêma Kurdistanê dest bi operasyona bejayî û asmanî kiriye
Wezîrê Berevaniya Netewî Hûlûsî Akarî diyar kiriye ku Hêzên Asmanî, yekîneyên komandoyan û yên topavêjan li nav sînorên Herêma Kurdistanê li djî PKKyê dest bi operasyonekê kiriye.

Fotograf: Akar, li Navenda Operasyonan a Fermandariya Hêzên Asmanî ye/AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezîrê Berevaniya Netewî Hûlûsî Akarî aşkere kiriye ku wan li nav sînorê Herêma Kurdistanê, li Metîna, Zap û Avaşînê dest bi operasyoneke leşkerî kiriye. Li gorî daxuyaniya Akarî navê operasyonê, "Operasyona Pençik Kilîl e."
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, Akarî gotiye ku pîlotên Hêzên Çekdar ên Tirkan (TSK) "bi awayekî serkeftî", "li stargeh, tunel, depoyên cebilxaneyan û baregehên" PKKyiyan dane.
Her weha diyar kiriye ku "Komandoyên kumikbordo yên helîkopterên ATAK, IHA û SIHAyan piştgiriya wan dikin ji bejahiyê ketine herêmê" û "Topavêjan li hedefan dane".
Li gorî gotina Akarî operasyon li gorî plansaziyê birêve diçe. (AEK/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.