Li Herêma Kurdistanê 5 kes ji ber barîna tozê mirin e
Li Herêma Kurdistanê di nava rojekê de 700 kes ji ber barîna tozê nexweş ketine û rakirine nexweşxaneyan. Her weha 5 kes jî mirin e.

Li Herêma Kurdistanê û seranserê bajarên Iraqê çend roj in toz dibare. Li bajarên Herêma Kurdistanê di rojekê 700 kes ji ber tozê nexweş ketine û 5 kes jî mirin e.
Li gorî nûçeya Ajansa Rojnewsê tenê li bajarê Hewlêrê 222 kes ji ber tozê nexweş ketine û birine nexweşxaneyan.
Her weha li Silêmaniyê 45 kes, Duhok 162 kes, Kerkûk 206 kes û Helebce 4 kes ji ber tozbarîne nexweş ketine û birine nexweşxaneyan.
Her weha li bajarê Xurmatûyê jî 145 kes nexweş ketine û 5 kes jî mirin e.
Li gorî daneyên kêşnasiyê tozbarîn dê heta roja pêncşemê bidom e.(AY)
*Çavkanî: Rojnews
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.