Li gorî daneyên Saziya Hilbijartinê 996 jin û 3855 mêr bûne namzet
YSKyê rêjeya namzetên jin û mêr ên hilbijartina parlamenteriyê ya 24ê Hezîranê aşkere kir. Li gori van daneyan herî pir HDPyê jin weke namzet nîşan daye. Piştî HDPyê rêz wiha tê: İYİ Parti, Partiya Vatanê, CHP, AKP, MHP, Partiya Saadetê û HUDA-PAR.