TUNDKARIYA MÊRAN
Mêran li Stenbolê bi maddeyê kîmyewî êrişî jinekê kirine
.jpeg)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Jina bi navê Y.T.yê ku duh danê sibê li Kuçukçekmeceya Stenbolê ji bo biçe karê xwe ji malê derketiye. Mêrê bi navê M.C.K. û yê ku navê wî nayê zanîn bi maddeyê kîmyayî û çekê êrîşî Y.T.yê kirine.
Di encama madeya kîmyewî ya ku M.C.K avêtiye ser çavê Y.T.yê de çav, beşek ji rûyê wê û aliyê çepê yê laşê Y.T.yê birîndar bûye.
Li gorî îfadeya Y.T.yê M.C.K. piştî ku maddeya kîmyewî avêtiye ser wê, çeka xwe derxistiye û zikê wê kiriye armanc û tetîka xwe kişandiye, lê çek neteqiya ye. Paşê ew ber bi mala xwe ve reviya ye û M.C.K. û mêrê din li pey wê bûne. Êrişkar dema li nêzî mala wê rastî malbata wê hatine reviyane.
Y.Tyê di sûcên "hewldana kuştinê, birîndarkirina bi qestî, şopandina bi israr û gefê" de giliyê êrişkarên mêr kiriye û biryara jêdûrxistinê daye derxistin.
Y.T.yê di giliyê xwe de destnîşan kiriye ku piştî ku ji hezkiriyê xwe yê berê M.C.K. cihê bûye, hezkiriyê wê bi çendîn caran hatiye cihê kar û rê li kolanê li wê girtiye û ew tacîz kiriye.
Êrîşkarên mêr hê jî fîrarî ne, der barê wan de biryara zeftkirinê hatiye dayîn.(AS/AY)