Ji sêyê yekê xebatkarên Neteweyên Yekbûyî hatine taciz kirin

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Şirketa lêkolînan ya bi navê Deloitte meha 11.(Çiriya Paşiyê) ji bo Neteweyên Yekbûyî(NY) lêkolînek kiriye. Şirketê bi xebatkarên NYyê re hevpeyvîn kirine û eşkere kiriye ku ji sêyê yekê xebatkaran hatine tacizkirin.
Şirketê pirs ji 30 hezar û 364 xebatkaran kirine. Ev jimar ji sedî 17ê xebatkarên NYyê ye. Li gor bersivan:
*Li ser dîtin, beden û şêweyê sekskirinê yê ji sedî 14,2yê xebatkaran şîroveyên dilşikên hatine kirin.
*Ji sedî 13ê xebatkaran digel nerazîbûna wan jî mecbûr mane beşdarî sohbetên li ser seksê bibin.
*Ji sedî 10,9ê xebatkaran rastî wan cûrreyên tevgerên bedenî hatine ku pê şerm kirine.
*Ji sedî 10,1ê xebatkaran rastî tevgereka fizîkî ya ne bi rizamendî û dilê wan hatiye.
*Sêyê didoyê tacizkaran mêr in.
*Ji sêyê yekê kesên taciz lê hatîn kirin gilî kirine.
(EÖ/HK/MB)
Çavkanî: theguardian.com, nytimes.com