BÊRÎVAN SARÛHANÊ NIVÎSANDIYE
Xortima dapîra min!
Tam jî niha dixwazim li bajaroka ku li ber sînorê Rojavayê Kurdistanê û em jê ra dikarin bibêjin bajaroka mayinan û zarokatîya min tê da derbasbûyî, di meha tirmehê da li ser textê hewşa mala kalkê min ê kelpîç da razayî, bi dengê xortima dapîra xwe ku car caran dilopikên wê avê dipijiqin wecihê min û pê şîyar bibim.