Li Tirkiyeyê di rojekê de hezar û 53 kes bi Covid-19ê ketine û 19 kes jî pê mirine
Li Tirkiyeyê heta niha 207 hezar û 897 kes bi Covîd-19ê ketine û 5 hezar û 260 kes jî pê mirine.

Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û 53 kesên din peyda bûye. 19 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 5 hezar û 260an. Her weha 2 hezar û 297 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 50 hezar û 545 kesan hatiye kirin.
Li gor daneyan heta niha test ji bo 3 milyon û 733 hezar û 218 kesan çêkirine. 207 hezar û 897kes nexweş ketine. 5 hezar û 260 kes bi Covîd-19ê mirine.
Dermankirina hezar û 152 kesan li beşên nexweşiyên giran berdewam dike. Hejmara nexweşên entube 400, ya nexweşên baş bûye 185 hezar û 292e. (EKN/AY/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.