Li Herêma Kurdistanê di 24 saetên dawiyê de 298 kesên din bi Covid-19ê ketine
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihandiye, ku di 24 saetên dawin de 298 kes bi Covîd-19ê ketine û 12 kes jî pê mirine.

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Herêma Kurdistanê di 24 saetên dawî de nexweşî li 298 kesên din peyda bûye. 12 kes jî mirine. Her weha 64 nexweş baş bûne.
Test ji bo 2 hezar û 470 kesan hatiye kirin.
Li Herêma Kurdistanê li gor daneyan heta niha 8 hezar û 726 kes nexweş ketine. 294 kes bi Covîd-19ê mirine. Hejmara nexweşên baş bûne 3 hezar û 72 e. (AY/FD)
Çavkanî - Fotograf: Rudaw
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.