Duh hezar û 178 kes bi Covîd-19ê ketine û 19 kes jî pê mirine
Nêzîkî 20 rojan hejmara nexweşan di bin hezarî de bû û du roje ev hejmar derketiye ser hezarî. Li piştî vê Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê gotiye, “Divê em rê li ber rîska ku cejn û betlane bi xwe re tîne, bigirin.”