Di rojekê de hezar û 153 kes bi Covîd-19ê ketine û 14 kes jî pê mirine
Li Tirkiyeyê heta niha 237 hezar û 265 kes bi Covîd-19ê ketine û 5 hezar û 798 kes jî pê mirine.

Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî daneyên nû yên derbarê nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Li gor zanyariyên hatine eşkere kirin li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de nexweşî li hezar û 153 kesên din peyda bûye. 14 kes mirine ku hejmara miriyan gihîştiye 5 hezar û 798an. Her weha hezar û 40 nexweş jî baş bûne.
Test ji bo 54 hezar û 494 kesan hatiye kirin.
Heta niha 220 hezar û 546 nexweş piştî dermankirinê baş bûne. Her weha rêjeya nexweşên zatûre pê re ye ji sedî 8,3e û hejmara nexweşên giran jî 580 ne. (EKN/AY/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.