Duh 963 kesên din bi Covid-19ê ketine, 15 kes jî mirine
Li Tirkiyeyê heta niha li 227 hezar û 982 kesan Covid-19 hatiye dîtin. 5 hezar û 645 kes jî mirine.

Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gorî daneyên ku Wezareta Tenduristiyê li ser malpera xwe ya fermî aşkere kirine, li Tirkiyeyê duh 963 kesên din bi Covid-19ê ango koronavirusê ketine. 15 kes mirine, hezar û 92 kes jî baş bûne.
Duh test ji bo 47 hezar û 412 kesan hatiye kirin.
Heta niha testa 4 milyon û 665 hezar û 383 kesan hatiye çêkirin. 227 hezar û 982 kes bi vê nexweşiyê ketine. 5 hezar û 645 kes mirine.
Hezar û 280 kes li beşên nexweşiyên giran tên dermankirin, hejmara nexweşên entube 403 ye. Heta niha 211 hezar û 561 kes jî baş bûne. (HA/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.