TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
ÇAND Û HUNER
Rûpela 20
Namzetên 74emîn Xelatên BAFTAyê diyar bûne
Xelatên Akademîya Hunerên Fîlm û Televîzyonê a Brîtanyayê(BAFTA) dê 11ê Nîsanê wer in dayîn.
10 Adar 2021
Bernameya meha Adarê ya Wêjegeh Amedê diyar bûye
Bernameya meha Adarê ya Wêjegeh Amedê diyar bûye. Mêvanê duyem yê vê mehê yê rêzeya “Çanda Kurdî ya Li Sovyeta Berê” wê rojnameger û nivîskar Wezîrê Eşo be.
9 Adar 2021
Serdar Ay: “Kovar ji bo kurdan forma xwederbirînê ye”
Di yekem webînara “Di Weşangeriya Kurdî de Kovargerî” de Serdar Ayî behsa kovargeriya kurdî kir û got: “Kovara kurdî weke forma têkoşer û pêxemberane yan jî hewldana mayîna li ser piyan ya çand û wêje û zimanê kurdî xuya dibe di eko-sîstema zor a sansura dewleta tirk de."
4 Adar 2021
Dadgehekê pirtûkeke Weşanxaneya Avestayê qedexe kiriye
Dadweriya Aştî û Cezakirinê ya Mêrsînê biryar daye ku pirtûka bi navê “Şehît, Xayîn û Welatparêz – Ji Şerê Kendavê Heta Roja Me Kurdistan” ya Sheri Laizerî were qedexekirin û komkirin.
2 Adar 2021
Festîvala Fîlman a Berlînê dest pê kiriye
71em Festîvala Fîlman a Berlînê ji ber şewba koronayê îsal bi awayekî online pêk tê. “Xelata Hirçê Zêrîn” wê 5ê Adarê were aşkerekirin.
2 Adar 2021
Xelatên Kada Zêrîn hatine belavkirin
78em Xelatên Kada Zêrîn (Golden Globes) bi merasîmekê hatine belavkirin. Chloé Zhao, bi filmê xwe yê bi navê Nomalandê xelata baştirîn filmî û serkeftîtirîn derhener wergirtiye û bûye yekem jina bi eslê xwe Asyayî ye.
1 Adar 2021
Bernameya "Çanda Kurdî ya Li Sovyeta Berê" bi Casimê Celîlî wê destpê bike
Wêjegeh Amed wê dest bi bernameya "Çanda Kurdî ya Li Sovyeta Berê" bike ku mêvamê yekem ê vê bernameyê wê Casimê Celîl be.
26 Sibat 2021
Di 2020an de 19 kovarên Kurdî 45 hejmar weşandine
Koma Kovargerên Kurd, raporek amade kiriye ku li gorî vê raporê di sala 2020an de 19 kovarên kurdî li ser hev 45 jimar weşandine. Di 45 jimaran de 617 nivîsên bi kurmancî, 47 bi kirmanckî/zazakî, 15 jî bi soranî bûne.
25 Sibat 2021
“Erdkêşî”ya Mîrza Metînî bi frensî hatiye weşandin
Erdkêşî, şanonameya Mîrza Metînî bi zimanê frensî hatiye weşandin. Atîlla Balikçiyî ji kurdî ji bo fransiyê wergerandiye û Editions l'Espace d'un instantê ew weşandiye.
19 Sibat 2021
Hejmara 8an a “Folklora Me” çap bûye
Di hejmara 8an a kovara “Folklora Me” de nivîsên weke “Loriyên Botanê”, “Kilama Heso”, “Sê Hîkayetên Qereçobanê”, “Rewşa Folklorê li Devera Behdînanê” û hinên din cih girtine.
12 Sibat 2021
Bernameya “Valentayna Kurdî” wê online pêk were
Bernameya “Valentayna Kurdî” ji ber şewba Covid-19ê wê îsal bi awayê online li Amed û Swêdê di heman demê de pêk were. Di bernameyê de wê sêva mîxekrêj were çêkirin.
11 Sibat 2021
PENa îngilîzî xelatek wergeriyê wê bide kurmanciyê
Di nava berhemên ku xelat stendine de yekem care ji Gîne, Cezayîr û Benînê pirtûk û berhemên ku ji Kurmancî û zimanî Gûnî hatine wergerandin, hene.
10 Sibat 2021
Hejmara 11em a Kovara Zrîngê çap bûye
Hejmara 11em a Kovara Zrîngê derketiye ku kovarê di berga xwe de bal kişandiye ser 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî yê Cîhanê û polîtîkayên tunekirin û tunehesibandina zimanê kurdî.
8 Sibat 2021
Selam Çinar, ku helbestvan bixwaze
Helbestvan bi xwe ji bendemayîna belasebeb û gazincên li nava civaka xwe zivêr bûye, û gotîye; erê, avakirin pêkan e yetter hûn bixwazin û xwe pê bikin. Weku bibêje: nebî nebî hûn behsa hezkirina zimanî bikin, ger nexweşîya bişaftinê malikê li we wêran kiribe.
8 Sibat 2021
Miqedes Akin
Hejmara sêyem a kovara Bernamegehê derketiye
Hejmara sêyem a kovara Bernamegehê derketiye ku bi awayê dijîtal weşana xwe dike.
3 Sibat 2021
Bernameya meha Sibatê ya Wêjegeh Amedê diyar bûye
Wêjegeh Amed, di bernameya xwe ya meha Sibatê de wê cih bide bernameyeke bi navê “Çanda Kurdî ya Li Sovyeta Berê”. Sazî wê vê mehê her weha yeksaliya xwe pîroz bike.
2 Sibat 2021
Kurmanciya “Dewran” û “Leylan”a Demîrtaşî çap bûne
Weşanxaneya Aramê “Dewran” û “Leylan”, her du pirtûkên Selahattîn Demîrtaşî bi kurmancî çap kirine.
2 Sibat 2021
74em Festîvala Fîlman a Cannesê ji ber Covîd-19ê hatiye bipaşxistin
74em Festîvala Cannesê wê li Fransayê di navbera 11 û 22yê Gulanê de pêk bihata. Festîval ji ber şewba koronayê wê di meha Tîrmehê de pêk were.
28 Çile 2021
32yem Festîvala Fîlman a Enqereyê wê di navbera 4-12ê Kanûna Paşiyê pêk were
Serlêdanên ji bo Piştgiriya Bipêşxistina Projeyan û Pêşbirka Netewî ya Festîvalê wê di 1ê Adarê de dest pê bikin.
26 Çile 2021
"Derî vekirî bihêlin wê hechecîk vegerin"
Amîdayî di vê pirtûka xwe de berê me daye Nisêbînê ku yek ji wan bajarên şer û pevçûn bi herî dijwariya xwe lê rû dabû. Nivîskarî ji devê çendîn karakteran, ew jiyana rojane ya ku di nava şerî de maye, nîşanî xwendevanan daye.
25 Çile 2021
Ferid Demirel
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Hejmara 10em a Kovara Zrîngê çap bûye
Hejmara 10em a Kovara Zrîngê çap bûye ku di berga xwe de bal kişandiye ser ser sala nû.
15 Çile 2021
“1984”a George Orwellî wê bibe rêzefilm
Rêzefilm wê ji ber şanoya bi heman navî hatiye lîstin, were girtin ku ew jî li gorî pirtûka George Orwellî hatibû amadekirin.
15 Çile 2021
Hejmara 13an a Kovara Nûbihar Akademiyê derketiye
Hejmara 13an a Kovara akademîk û xebatên kurdî ya navneteweyî Nûbihar Akademî (NA) derketiye. Kovara NA heft sal e tê weşandin û mijara bingehîn ya vê hejmarê ziman û edebiyata kurdî ye.
13 Çile 2021
Pirtûka Kurdî: Di 2020an de herî zêde pirtûkên li ser ziman hatin kirîn
Malpera Pirtûka Kurdî 20 pirtûkên ku di sala 2020an de herî zêde firotine aşkere kiriye. Li gorî vê malperê di sala 2020an de herî zêde pirtûkên li ser zimên hatine kirîn.
11 Çile 2021
Hunername: Sala nû bi 3 vîdeo klîpan dest pê kir
Tara Mamedova, Harûn Elkî û Rohat Ciwanî di destpêka sala nû de her yek video klîpek weşandine. Weşanxaneya Lîsê 5 pirtûkên nû weşandine.
8 Çile 2021
Ferid Demirel
Hejmara 18an a Kovara Dilopê derketiye
Di vê hejmara Kovarê de Tarik Ziye Ekinciyî li ser begên Licê nivîsek nivîsandiye. Her weha çîrok, helbest û gotarên derbarê mijarên cihereng de jî hatine weşandin.
7 Çile 2021
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Merasîma 63yem a Xelatên Grammy-yê taloq bûye
Ji ber zêdebûna haletên Covid-19ê merasîma 63yem a Xelatên Grammy-yê taloq bûye.
6 Çile 2021
Di 2020an de 274 pirtûkên bi kurdî çap bûne
Li gorî nûçeya malpera Diyarnameyê, îsal 274 pirtûkên bi kurmancî û kirmanckî çap bûne. Îsal weke salên borî, herî zêde pirtûkên helbestan derketine.
4 Çile 2021
Arşîva Şakiroyî û du îdia
Îbrahîm Şahîn, yek ji nivîskarên pirtûka “Dengbêj Şakiro”, îdia kir ku Enstîtuya Çandê ya Kurdî-Almanî arşîva wan a Şakiroyî ji wan standiye û wê bêyî destûra wan bikar bîne. Hakan Akay, Dîrektorê Enstîtuyê van îdiayan red dike.
30 Kanûn 2020
Ferid Demirel
Hemû stranên Şakiroyî wê ji nû ve werin weşandin
Enstîtuya Çandê ya Kurdî Almanî (Deutsch-Kurdisches Kulturinstitut) wê hemû stranên Şakiro, Şahê Dengbêjan ji nû ve biweşîne. Enstîtuyê hemû mafên weşanê ji Umît Denîz, kurê Şakiroyî wergirtiye.
29 Kanûn 2020
Ferid Demirel
Hejmara 4em a "Sînemaya Serbixwe" weşiyaye
Di vê hejmara e-kovarê de nivîs derbarê Andrei Tarkovsky, Nûrî Bîlge Ceylan, Ingmar Bergman, Michael Haneke, Bûrhan Ateş, Kean Loachî û mijara "Sînemaya Polîtîk" de hene.
28 Kanûn 2020
Diyarnameyê serkeftîtirîn klîba salê ya 2020an hilbijartiye
Juriya ku ji 20 kesan pêk hatiye, ji bo malpera diyarname.comê serkeftîtirîn klîba salê ya bi kurdî hilbijartiye. Li gorî hilbijartina jüriye, serkeftirîn klîb, “Nazê Nêrgiza Hewşê” ya Hunergeha Welat e.
25 Kanûn 2020
1
...
18
19
20
21
22
...
29