Enstîtuya Kurdî ya Parîsê vîdeoya Newroza Parîsê ya 1984ê weşandiye
Li gel Şivan Perwer, Ciwan Hacoyî Yilmaz Guney jî beşdarî wê bernameyê bûbû û di bernameyê de axivî bû.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Enstîtuya Kurdî ya Parîsê vîdeoya pîrozbahiya Newrozê ya sala 1984ê li Parîsê pêk hatiye, weşandiye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê vîdeo ji nava arşîva Hasan Denîzî derketiye û cara yekê ye ku vîdeo bi temamî hatiye weşandin.
Ciwan Haco, li ser hesabê xwe yê medya civakî, ev vîdeo weşandiye.
Di bernameya navborî de Şivan Perwer û Ciwan Hacoyî li gel hin hunermendên din ên kurd stranan gotine.
Dîsa Yilmaz Guneyê ku ji ber sedemên siyasî li Parîsê sirgun e beşdarî vê bernameyê bûye. Di vê bernameyê de Guney axiviye. (RT/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.