Zarok TV pêşengeha pirtûkan a Amedê şên dike
Standa Zarok TVyê li pêşengehê rastî eleqeyeke mezin tê. Palyaçoya jin bi kurmancî û dimilkî diaxivê û bi zarokan re hevpeyvînan dike.
Îsal pêşengaha pirtûkan ya Amedê bi tevlêbûna Zarok TVyê şên bû. Zarok li dora standa Zarok TVyê, MA Mûsîkê û Zarok MAyê ya hevpar kom dibin, stranan dibêjin, dîlanê digirin û tevlî pêşbirkan dibin. Pêşkeşvana programa Zarok TVyê ya bi navê Gulokê, Gulan Mizgîn bernameya xwe ya li pêşengehê ji bo bîanet Kurdî vegot. Gulanê got, heta 24a Kanûna Pêşiyê wê her roj bi lîstik û çalakiyên cûr be cûr li pêşengêhên bin.
Standa Zarok TVyê li pêşengehê rastî eleqeyeke mezin tê. Palyaçoya jin bi kurmancî û dimilkî diaxivê û bi zarokan re hevpeyvînan dike. Mamoste Şêrko yê li Zarok TVyê programan çêdike jî li pêşangeha li erbaneyê dixe û tevlî zarokan stranan dibêje. (BA/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.
Nivîsên wî/wê yên din
GREVA BIRÇÎBÛNÊ
Li Girtîgeha Bolvadînê gireva birçîbûnê didome
3 Çile 2024

Hunermend Kasim Taşdogan strana xwe ya nû weşand
28 Kanûn 2023

Dadger cezayê "parvekirina ala Tirkiyê" li Rûşen Firatê birî
27 Kanûn 2023

MA Musicê pirtûkek li ser ‘zerb'ê derxist
27 Kanûn 2023

Wê weşanxaneyên Kurd komxebetekê li dar bixin
25 Kanûn 2023
