Wê weşanxaneyên Kurd komxebetekê li dar bixin

Rêveberê DTSOyê Farûk Korkmaz da zanîn ku yekem care hemû weşangerên kurd di pêşengeha Amedê de hatine gel hev û derfet çêbû ye ku li ser pirsgirêkên xwe yên cûr be cûr biaxivin.
Her weha Korkmaz diyar kir ku ew dixwazin hin derfetan ji bo weşangerên Kurd biafirînin û wiha pê de çû:
“Ji xistina lêçûnên çapkirina pirtûkan heta avakirina xet û xebateke hevpar ya weşangeriya Kurdî de nîqaş û plansaziyeke xurt bê kirin.Wê plansaziya komxebatê di mehên pêş de bê diyarkirin.”
Em ê ji bo wêjeya zarokan xebateke hevpar bikin
Derbarê komxebata ku wê di mehên pêş de bê lidarxistin de xwediyê weşanxaneya J&Jyê Azad Zal diyar kir ku wê komxebata ku bê lidarxistin dûrî nîqaşên siyasî yên teng be û wiha pê da çû:
“Daxwaz ew e ku em asta xwe û hewcehiyên xwe bibînin. Ka me çi kiriye, çi nekiriye, me çi kêm kiriye, çi şaş çêkiriye, lazim e em vê fêmbikin.
“Helbet her weşanxane xwedî polîtîkayeke cûda ye lê hin tişt hene ku lazim e di bin banî Kurd bûnê de, bi berpisîyariya hevpar bê meşandin, weke nimûne bibêjim, lazim e em di mijara wêjeya zarokan de xebateke hevpar bikin ku ji bo zarokên xwe wêjeyeke bir rengê xwe derbixin holê.”
Edîtorê Nûbiharê Suleyman Çevîk, Edîtor û nivîskarê Weşanxaneya Lîsê Lal Laleş, edîtorê Weşanxaneye Morî yê ku hew pirtûkên zaroka diweşînin Mem Bawer, ji Weşanxaneya Avestayê Songul Keskîn û gelek weşanxaneyên din wê piştgiriyê bidin amadekirina komxebatê û tevlî komxebatê bibin.
(BA/AY)
GREVA BIRÇÎBÛNÊ
Li Girtîgeha Bolvadînê gireva birçîbûnê didome

Hunermend Kasim Taşdogan strana xwe ya nû weşand

Dadger cezayê "parvekirina ala Tirkiyê" li Rûşen Firatê birî

MA Musicê pirtûkek li ser ‘zerb'ê derxist

Zarok TV pêşengeha pirtûkan a Amedê şên dike
