MA Musicê pirtûkek li ser ‘zerb'ê derxist
Pejman Ehmedzadeyê ji Mahabadê ye, ji bo bernameyê hate Amedê. Ehmedzadeyî da zanîn ku berê zerb bêtir bi aweyekî folklorik fêr dibûn lê êdî derfet hene ku bi awayekî profesyonel perwerde bê dayîn.
Weşanên MA Mûsîcê li Pêşengeha Pirtûkan a Amedê pirtûka Pejman Ehmedzade ya bi navê ‘Hînkera Zerb û Rîtmên Kurdî’ da nasîn. Hunermend Şêrko Kanîwarî got cara yekeme ew tevlî pêşengeheke pirtûkan bûne û behsa amûra zerbê kir.
Kanîwarî diyar kir ku li Bakûrê Kurdîstanê hew hunermendên profesyonel zerbê bi kar tînin. Wî destnîşan kir ku wê li Amadê perwedehiya zerbê jî bidin zarokan.
Pejman Ehmedzadeyê ji Mahabadê ye ji bo bernameyê hate Amedê. Ehmedzadeyî da zanîn ku berê zerb bêtir bi aweyekî folklorik fêr dibûn lê êdî derfet hene ku bi awayekî profesyonel perwerde bê dayîn.
Pişttî danasîna pirtûkê konsereke biçûk hate dayîn . Mahsûm Yîgît bir bilûra xwe, Mesût Gever jî bi kilamên xwe piştgirî dan konsera Pejman Ehmedzadeyî. (BA/FD)
nûçeyên pêwendîdar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.
nûçeyên pêwendîdar
Nivîsên wî/wê yên din
GREVA BIRÇÎBÛNÊ
Li Girtîgeha Bolvadînê gireva birçîbûnê didome
3 Çile 2024

Hunermend Kasim Taşdogan strana xwe ya nû weşand
28 Kanûn 2023

Dadger cezayê "parvekirina ala Tirkiyê" li Rûşen Firatê birî
27 Kanûn 2023

Wê weşanxaneyên Kurd komxebetekê li dar bixin
25 Kanûn 2023

Zarok TV pêşengeha pirtûkan a Amedê şên dike
18 Kanûn 2023
