Pêşengeha Pirtûkan ya Amedê wê sibê dest pê bike

Pêşengeha cara 10emîn e li Amedê tê li dar xistin. Nêzî 200 weşanxane û zêdeyî 300 nivîskar wê tevlî bibin, wê 9 roj bidome.
Li gorî agahiyên ku berdevkê lijneya rêvebirina pêşengehê Şehmûs Dîkenî da, heta niha nêzî 100 çalakîyên weke panel, hevpeyvîn, belgefîlm hatine plan kirin û hê jî plansazî dewam dike.
Pêşengeha Pirtûkan ya Amedê ya bi hevkariya Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) û Eylûl Fuarcılıkê tê lidarxistin.
Wê di navbera 16-24’ê Kanûnê Pêşiyê de li Navenda Kongre û Pêşangehan ya Mezopotamyayê wê bê lidarxistin.
Xwedîye Weşanxaneya J&Jyê û Berdevkê Înîsîyatîfa Weşangerên Kurd Azad Zal ku di lijneya rêvebirina pêşengehê de jî cîh digire agahî da bîanetê û got herî kêm 40 weşanxanêyên Kurd wê tevlî pêşangehê bibin.
Zal, di hefteyên borî de li ser buhabûna pirtûkan duxuyanî dabû bîanetê û gotî bû ‘Êdî xwendin bû ye luks.’ Azad Zal xwendakaran vexwend pêşengehê:
“Bila xwendevanên Kurdî amadekariya xwe bikin. Bila zarokên me pirtûkên kurdî bixwînin ku bila mêjiyê me, ji aliyê kurd û kurdewariyê baştir û geştir bibe.”
Bernameyên li pêşangehê weha ne:
· Şi’ra Berken Bereh û Cihê wî li Şi’ra Serbest (16ê Kanûnê, Saet 16.00, Weşanxaneya Avesta)
· Di helbestê de Evîn û Netewperwerî (18ê Kanûnê, Saet 14.00, Weşanxaneya Payîzê)
· Hişpêl (Kîrdkî/Zazakî) (20ê Kanûnê, Saet 15.00, Weşanxaneya J&J)
· Siltanê Kurd Selahadîn Eyûbî (23yê Kanûnê, Saet 13.00, Weşanxaneya Lîsê)
· Xebatên Qeydkirin û Arşîvkirina Mûzîka Kurdî di Sedsala Dawî da (23yê Kanûnê, Saet 17.00, Weqfa Mezopotamyayê)
· Rola Dayika Niştiman Di Şanoya Kurdî De da (24ê Kanûnê, Saet 15.00, Weşanxaneya Na)
· Dîwana Muzîkê-Danasîna Pirtûka ‘Hînkera Zerb û Rîtmên Kurdî’ (22yê Kanûnê, Saet 18.00, Ma Muzîk)
· Di Xebatên Zimanî û Rewşenbîrî de Girîngiya Sazîbûyînê/Rêxistinbûyînê (23yê Kanûnê, Saet 15.00, Pena Kurd)
· Ziman, Perwerdehî û Wêje (23yê Kanûnê, Saet 12.00, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çanda Mezopotamyayê)
(BA/AY)
GREVA BIRÇÎBÛNÊ
Li Girtîgeha Bolvadînê gireva birçîbûnê didome

Hunermend Kasim Taşdogan strana xwe ya nû weşand

Dadger cezayê "parvekirina ala Tirkiyê" li Rûşen Firatê birî

MA Musicê pirtûkek li ser ‘zerb'ê derxist

Wê weşanxaneyên Kurd komxebetekê li dar bixin
