Pêvajoya dengdanê ya ji bo hilbijartina herêmî destpê kir
Welatiyên Tirkiyeyê ji bo hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2024an li ser sindoqan e. Di hilbijartinan de dê şaredarên 81 bajar, 973 navçe û 390 bajarokan bên diyarkirin. 34 partiyên siyasî dê beşdarî hilbijartinan bibin û milyon û 32 hezar û 610 ciwan wê cara ewil dengê xwe bidin.