Muhammed Orhan hat girtin
Muhammed Orhan li Wanê di dema xwepêşandanan de hatibû desteserkirin. Orhanê ku bi kenê xwe bûbû hêmaya berxwedana Wanê hat girtin.

Di hilbijartinên Wanê de namzetê DEM Partiyê Abdûllah Zeydan bi ser ketibû. Lêbelê mazbataya wî nedanê û dan namzetê AKPê Abdulahat Arvas. Ji ber vê yekê li Wanê xwepêşandan hat kirin. Muhammed Orhan(28) di xwepêşandanan de hat desteserkirin.
Di kêliya desteserkirinê de fotografek Orhan hatiye kişandin û Orhan di wê fotografê de devbiken e. Orhanê ku bi wê fotografa xwe ya biken bûbû hêmaya berxwedanê hat girtin.
Li gorî nûçeya MAyê danê sibehê piştî îfadeya li emniyetê Orhan birine edliyeyê. Serdozgeriyê Orhan bi îdiaya ku "Endamê rêxistinê ye" şandiye Dadgeriya Cezê û Aştiyê. Dadgeriyê jî bi heman hincetê biryara girtinê Orhan da.
(EMK/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.