Li Zanîngeha Marmarayê derbarê xwendekarên ku tundkariya mêran protesto kirine de lêpirsîn hat destpêkirin
Xwendekaraê Fakulteya Hiqûqê Alperen Kargioglu got, "Em tenê ji bo protestokirina kuştinên jinan û ji bo ku em ji kesên ku Peymana Stenbolê pêk naynin re gotinekê bibêjin, li wir kom bûn. Bi rastî ez xemgîn im ku zanîngeha min di vê rewşê de ye, ez hêvî dikim ku di zûtirîn demê de dev ji vê helwesta xwe berdin."