BTKyê derbarê qedexeya weşanê de daxuyanî da
Saziya Agahî û Ragihandinê (BTK) ragihand ku derbarê êrişên li Balafirgeha Ataturkê de hemû belavkirin û parvekirinên nûçeyan hatine qedexekirin û got: ‘Derbarê parvekirinên ku di nav civakê de dibe sedema înfîalê û kesên ku vê yeke pêk tînin de li gorî qanûnê dê pêvajoya lêpirsîn û dadkirinê dest pê bike.’