Weşana derbarê êrişa li Amedê de hat qedexekirin
Weşana derbarê êrişa li Amedê de hat qedexekirin. Her wiha hejmara kesên ku di encama êrişê de canên xwe ji dest dan jî gihişt 7an.
.jpg)
Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Lijneya Bilind ya Radyo û Televizyonê (RTUK) daxuyand ku bi biryara 2. Dadgeha Sulh Cezayê ya Amedê ve hemû weşan û agahîdayîna derbarê êrişa li Amedê de hatin qedexekirin.
Walîtiyê daxuyand ku di saetên şevê û destê sibê de 4 kesên ku di encama wê êrişê de birîndar bûbûn jî canê xwe ji dest dan. Bi vî awayî heta niha 5 jê polês, 2 jî sivîl canê xwe ji dest dane û hejmara kuştiyan gihişt 7an.
Di encama wê teqînê de 7 jê polês bi tevahî 46 kes birîndar bûnûn. Walîtiya Amedê daxuyand ku gelek welatiyên birîndar hatine tabûrcîkirin, lê 7 jê polês bi temamî 16 kes hê jî li nexweşxaneyan tên dermankirin.
(AS/YO)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.