Weşana agahîdayînê ya derbarê êrişa li Xarpêtê de hat qedexekirin
RTUKê weşana agahîdayînê ya derbarê êrişa li Xarpêtê de qedexe kir û ragihand ku biryara qedexekirinê li ser daxwaza serokwezîrtiyê hatiye girtin.
.jpg)
Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Lijneya Bilind ya Radyo û Televizyonê (RTUK) hemû weşanên derbarê êrişa li Xarpê de bi awayekî demkî qedexe kir.
RTUKê daxuyand ku wan wê biryara qerdexekirinê li ser daxwaza serokwezîrtiyê girtine. Di daxuyaniya RTUKê de wiha hat gotin:
‘Hemû weşanên derbarê êrişa li dijî Mudiriyeta Emniyetê ya Xarpêtê ku îro (18ê Tebaxa 2016an) pêk hatiye, hatine qerdexekirin. Ew biryara qedexekirinê ji hêla seokwezîrtiyê ve bi biryara nimareya 02673an ve hatiye girtin.’
(EKN/YO)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.