HDPê ji bo 300 hezar xwendekarên ku mafên wan ê perwerdehiyê hatiye astengkirin re ferqmeyiliya erênî xwest
HDPê ji bo 300 hezar xwendekarên ku ji ber qedexeya derketina devre mafên wan ê perwerdehiyê hatiye astengkirin û dê bikevin ezmûnên TEOG, YGS û LYSê, teklîfa kir qanûn were çêkirin. Di bingeha ferqmeyiliya erênî de, di wê teklîfêde ji bo xwendekaran hat xwestin ku mafê derbasbûna bêezmûn û bûrs were dayîn.