Walîtîya Amedê li 14 gundan derketina derve qedexe kir
Walîtîya Amedê ji siet 6.00ê sibeyê ve li 14 gundên Amedê derketina derve qedexe kir. Operasyon dê li herêmê bêne kirin.

Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Walîtîya Amedê li 14 Gundên Hezro, Licê û Karazê derketina derve qedexe kir. Qedexeyê ji siet 6.00ê ve dest pê kir.
Li gor malpera Walîtîya Amedê bi navên Tirkî lîsteya gundên derketina derve lê hatiye qedexekirin ev in:
Gundên Licê: Uçarı, Ziyaret, Esenler, Kayacık, Ortaç, Yalaza, Bağlan, Çavundur û Dolunay.
Gundên Karazê: Boyunlu û Gözebaşı.
Gundên Hazroyê: Sarıerik, Meşebağları û Çitlibahçe.
Operasyon dê bê kirin
Walîtîyê sebeba operasyonan eşkere kir. Walîtîyê daxuyand ku li herêmên çiyayî operasyon dê li “endamên BTO(Rêxistina Terorî ya Cidaxwaz) bê kirin... Ji bo paarastina can û malên welatiyan derketina derve hatiye qedexekirin.”
Nehatiye eşkerekirin ka qedexe dê heta kengê dewam bike. (AS/MB)
nûçeyên pêwendîdar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.