Ji 8 bajêran 14 saziyên LGBTI: Ji bilî aştî, edalet, wekhevî û azadiyê rê nîn e
Ji Stenbol, Enqere, Bursa, Çanakkale, Amed, Giresub, Îzmîr û Mêrsînê 14 saziyên LGBTI bi daxuyaniyeke hevpar gotin: “Li hemberî kesên ku dixwazin roja me tarî bikin, dê têkoşîna me bidome. Daxwaza me ew e ku binçavkirin û girtinan demildest bi dawî bikin.”