Jin di 25ê Çiriya Paşiyê de daketin kolanan: “Em serî ji vê rewşê re natewînin”

Fotograf: Elif Akgul - bianet
Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Jin û LGBTI li Stenbolê 15ê Çiriya Paşiyê, saet 18.00ê Roja Têkoşîna Navnetewî ya li Hemberî Tundiyê ya ser Jinan li Qada Tunelê ya Beyoglûyê kom bûn û ber bi Odakuleyê meşiyan.
Jin û LGBTIyan di dema meşa xwe de sloganên weke “Jin bi hev re xurt in”, “Em dengê xwe nabirin, natirsin û serî li ber natewînin”, “Bila were bav, were mêr, were dewlet, were cop”, “Heke ku jin/qunek azad bin, wê cîhan bilerize” berz kirin.
Di meşê de jinan her wiha pankartên ku nivîsên “Em serî li ber tundkariya mêr-dewletê natewînin” û “Ez dest ji jiyana xwe jî û têkoşîna xwe jî bernadin” li ser wan bû û alên keskesor hildan.
Digel hewldana astengkirinê jin meşiyan
Ji bo çalakiyê ji saetên nîvro û pê de navçeya Beyoglûyê ji hêla polîs û barîkatan ve hat dorpêçkirin. Polîsan li Qada Tunelê bi barîkatan qefeseke firek avakir. Polîsên jin jî ji bo çalakiyê hatin wezîfedarkirin.
Polîsan pêşiyê gotin ku qaymeqamiyê meş qedexe kiriye û destûra meşê nedan. Jin û LGBTIyan bi çepik, lîrandin, saz û sloganan li bende man ku hevdîtina di navbera jin û LGBTIyan û polîsan de encam bide.
Piştî hevdîtinan meşê dest pê kir. Ji ber ku destûr ji bo meşa ber bi Odakûleyê ve nehat dayin, jin û LGBTI careke din ber bi Qada Tunelê ve meşiyan û paşê çalakî qediya.
“Salek heye ku em bênavber serî hildidin”
Daxuyaniya ji hêla Platforma 25ê Çiriya Paşiyê hatibû amadekirin bi Tirkî, Kurdî û Erebî hat xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Ne tenî îro, salek heye ku em bênavber li qadên bajaran serî hildidin. Li hemberî tundkariya mêran a ku jiyana me dorpêç kiriye û tê xwestin ku bê asayîkirin, li hemberî tundkariya dewletê ya di bin rewşa awarte de asta dijminahiya li ser jinê bilind dike, li hemberî her cure faşîzmê em ê di serî netewandinê de û di bêdengmenanê de berdewam bin”. (ÇT/FD)
Mêran di meha Îlonê de 23 jin kuştine

Mêran di meha Tebaxê de 20 jin kuştine

Biryara tehliyeyê ji bo Taner Kiliç, rêveberê Rêxistina Efûyê derketiye

Mêran di meha Tîrmehê de 20 jin kuştine

Cîranên wî êrîşa homofobîk birine ser edîtorê malpera Pembe Hayatê
