Heyeta Aştiyê ya Navnetewî: Divê tecrît bi dawî bibe
Endamên Heyeta Aştiyê ya Navnetewî bi Hevseroka Giştî ya HDPyê Pervîn Bûldanê re civiya ne û bang li Tirkiyeyê kirine ku “li gorî yasayên xwe tev bi gere” û daxwaza rakirina tecrîtê kirin. Di nava heyetê de ji Arjantîn, Îzlanda, DYA û Ingiltereyê akademisyen, aktivîst, siyasetmedar û sendîkavan hene.