Polîsan destûr neda lê HDPyî li Kolana Îstîklalê meşiyan
Polîsan destûr neda ku parlamenterên HDPyê bi armanca piştgiriya bi Leyla Guvenê re, li Kolana Îstîklalê bimeşin. Parlamenterên HDPyê paşê qutikên li ser xwe ji xwe kirine û heta Çiçek Pasajiya li ser Kolana Îstîklalê meşiyan e.
Piştî polîsan destûr neda ku parlamenterên HDPyê bi armanca piştgiriya bi Leyla Guvenê re, li Kolana Îstîklalê bimeşin, parlamenter yek bi yek çûn Kolana Îstîklalê û ber bi Qada Galatasarayê meşiyan. Ji vir jî çûn Avahiya HDPyê ya li Stenbolê ya li Tarlabaşiyê ye.
Parlamenterên HDPyê li ber Taksim Hill Otelê ya li Qada Taksîmê hatibûn ba hev û xwestibûn ber bi Qada Galatasaraye ve bimeşin. Her weha piştî wê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.
Lê polîsan destûr nedabû wan û li ber Taksim Hill Otelê civîna çapemeniyê çêkiribûn. Paşê jî çalakiya rûniştinê bi rê ve biribûn.
Ji ber polîsan destûr neda wan ku bi hev re bimeşin, parlamenteran biryar girt ku yek bi yek bimeşin û biçin ber bi Qada Galatasarayê.
Lê polîsan vê carê jî tevlî qutikên li ser wan bimeşin ku li ser qutikan fotografê Leyla Guvenê hebû.
Parlamenteran qutik ji xwe kirin û ber bi Kolana Îstîklalê ve meşiyan û li kuçeyan gihiştin ba hev. Parlamenter tevlî qutikan careke din ber bi Qada Galatasarayê ve meşiyan.
Polîsan li ber Çiçek Pasajıya nêzîkî Qada Galatasarayê pêşiya parlamenteran girt. Li ser vê rewşê parlamenterên HDPyê di nava Bazara Masiyan de ber bi Tarlabaşiyê ve meşiyan û çûn avahiya HDPyê ya li Stenbolê. (HA/EKN/FD)
Haziran 2018'den bu yana bianet muhabiri. 2013'te bianet'te staj yaptıktan sonra bianet'in projelerinde de yer aldı. Expression Interrupted, susma24.com, Jıneps, Inside Turkey, tol.org gibi platformlarda...
Haziran 2018'den bu yana bianet muhabiri. 2013'te bianet'te staj yaptıktan sonra bianet'in projelerinde de yer aldı. Expression Interrupted, susma24.com, Jıneps, Inside Turkey, tol.org gibi platformlarda haber ve makaleleri yayınlandı. İfade özgürlüğü alanında birçok haber ve makaleye görüş verdi. Yazıları İngilizce başta olmak üzere Fransızca, İtalyanca ve Çerkesceye çevrildi. 8 Mart 2018’deki Feminist Gece Yürüyüşünde çektiği fotoğraflar İstanbul Büyükşehir Belediyesince sergilendi. 27. Metin Göktepe Gazetecilik Ödülünü kazandı. Erciyes Üniversitesi Gazetecilik mezunu.
Serokatiya Rêvebiriya Karesaratan û Rewşa Lezgîn(AFAD) ragihand ku erdhej di saet 15:46an de bi pileya 5.2an çêbûye. Navenda erdhejê navçeya Kuluya Konyayê ye.
Her weha AFADê diyar kir ku erdhej 18,73 kîlometre di bin erdê de pêk hatiye.
Erdhejê li Enqere û bajarên derdorê jî hatiye hîskirin.
DEM Partiyê diyar kir ku di sedsala 21emîn de ji ber polîtîkayên yekparêz û netew-dewletê, gelek welatên cîhanê veguherîne goristana zimanan û got: ‘’Birêz Abdullah Ocalan jî bi taybetî diyar dike ku meseleya zimanê dayikê qasî nan û avê girîng e.’’
Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi boneya 15ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Îro 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî ye. Kurd li her derê cîhanê ji 2007an ve di 15ê Gulanê de cejna zimanê xwe pîroz dikin.
Di 15ê Gulana 1932an de, bi pêşengiya rewşenbîr û zimannasê Kurd, Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî, Kovara Hawarê li bajarê Şamê bi tîpên Latînî hat derxistin.Kovara Hawarê ji ziman, çand û nasnameyê bigire heta wêjeyê, di gelek qadên rewşenbîrî de şoreşeke mezin pêk anî.
Ji wê rojê ve 15ê Gulanê ji bo kurdan xwedî girîngiyekî mezin e û taybet e. 15ê Gulanê di sala 2006an de weke “Roja Cejna Zimanê Kurdî” hat ragihandin û gelê Kurd jî ji sala 2007an ve her sal 15ê Gulanê weke "Cejna Zimanê Kurdî" pîroz dikin.
Daxuyaniya Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê wiha ye:
‘’15’ê Gulana 1932’yan rewşenbîrê Kurd Celadet Alî Bedirxan û hevalên xwe li Şamê Kovara Hawarê weşandin. Ev roja dîrokî di sala 2006’an de weke Cejna Zimanê Kurdî hate îlankirin û ji wê salê ve ye tê pîrozkirin. Kurdên li çar aliyên cîhanê vê cejna xwe ya neteweyî bi coş û kelecaneke mezin, bi hişmendî û giyanê têkoşîna parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî pîroz dikin.
Di sedsala 21’emîn de ji ber polîtîkayên yekparêz û netew-dewletê, gelek welatên cîhanê veguherîne goristana zimanan. Pergala netew-dewletê ya ku neyarê demokrasiyê ye, bi polîtîkayên qirkirina çand û zimanan jiyana yekzimanî li ser gelan ferz kiriye. Bêguman Kurdan bi tu awayî destûr nedane ku ev polîtîkayên yekzimanî pêk bên û zimanê Kurdî ji holê bê rakirin. Gelê Kurd her tim ji bo parastina zimanê xwe li ber xwe daye û tu car nehiştiye ku zimanê Kurdî were jibîrkirin. Li hember hemû polîtîkayên tunekirinê, gelê Kurd, bi daxwaza azadiya çand, ziman û nasnameya xwe têkoşîna parastin û pêşvebirina nirxên xwe yên neteweyî kiriye û vê têkoşînê hîna jî didomîne.
Birêz Abdullah Ocalan jî bi taybetî diyar dike ku “Meseleya zimanê dayikê qasî nan û avê girîng e. Tu zimanê dayikê hîn nebî, perwerdeya wê nebînî tu nikarî rast û baş bifikirî, nikarî hilberînî, wisa li te tê wek ku mejiyê te miriye. Ziman veguhezêrê destpêkê û sereke yê civakîbûyînê ye. Xwedîlêderketina ziman û çanda xwe, pêşvebirina wan pêwistiyeke mirovbûnê ye. Yên ku nikaribin li zimanê xwe xwedî derkevin nikarin li tu tiştî xwedî derkevin. Yên ku zimanê xwe nezanibin û bi pêş ve nebin nîvmirov dimînin; nikarin bi tu kesan re rast û durist têkiliyan jî daynin û bi pêş bixin. Ji ber ku ziman û çanda me hatine qedexekirin me têkoşîneke mezin meşand. Xwedîlêderketina li ziman û çanda xwe peywira hemû kesan e.”
Îro bi milyonan zarokên Kurd ên ku li vî welatî dijîn, ji mafê xwe yê perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar in. Halbûkî ev maf, mafê bingehîn û gerdûnî ye û bi gelek peymanên navnetewî hatiye misogerkirin. Ji ber ku dewleta Tirkiyeyê li gorî peymanên gerdûnî yên ku imze kiriye tevnagere, ev helwesta rayedarên Tirkiyeyê dibe sedema pirsgirêk û aloziyên civakî. Heta ku hemû maf û azadiyên gelê Kurd ên çandî, zimanî û nasnameyî ku mafên herî rewa û bingehîn in, bi zagonan neyên mîsogerkirin, gelê Kurd dê li hemû qadên jiyanê di têkoşîna xwe ya çand, ziman û nasnameya azad de biryardar be.
Ziman nîşaneya nasname û statuya sîyasî ya gelan e. Ji ber vê jî, pêwist e zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê. Gelê me dê ji bo ku qedexeyên li ser zimanê Kurdî bi dawî bikin û perwerdeya bi zimanê dayikê bi zagonan were mîsogerkirin têkoşîna xwe xurt bike, pêşî li xwebişaftinê bigire û rê nede polîtîkayên bişaftinê.
Cejna Zimanê Kurdî dê li hemberî polîtîkayên bişaftinê û qirkirinên çandî, zimanî û civakî, bibe destpêka gavên şoreşgerî û çavkaniya hişmendî, hebûn û xwebûnê. Bi diruşma; ‘Statuya Kurdî, Perwerdehiya Kurdî’ em Cejna Zimanê Kurdî li Celadet Alî Bedirxan û hemû heval û hogirên wî û hemû xîretkêş û xebatkarên zimanê Kurdî pîroz dikin.’’