DADKIRINA AKADEMISYENAN
Danişîna Prof. Dr. Abbas Weliyî hatiye taloqkirin
Li 36em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê, 4em danişîna Prof. Dr. Abbas Welî bi rêve çûye. Welî di danişînê de parastina xwe bi rêya wergêrekî kiriye. Herweha heyeta dadgehê ji bo tespîtkirina nifûs û qeyda sûcdariyê (sebiqe), danişîn taloqî 27ê Adara 2019an kiriye.