Doza Akademîsyenên Aştîxwaz
Dadgehekê salek û 3 meh cezayê girtinê da Prof. Dr. Büşra Ersanliyê

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dadgeha Stenbolê ya Cezayên giran bi sûcê “propagandaya rêxistinê” salek û 3 meh cezayê girtinê da Prof. Dr. Büşra Ersanlıyê.
10ê Kanûna Paşiyê ya 2016ê daxuyaniyeka bi navê “em ê nebin şirîkên vî sûcî” hatibû belavkirin. 1128 akademîsyenên ji Însiyatîfa Akademîsyenên Aştîxwaz ew daxuyanî îmze kiribû.
Dozgerê bi navê Îsmet Bozkurt bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandaya rêxistinê” doz li akademîsyenan vekir.
Ji 5ê Kanûna Pêşiyê ya 2017ê heta 30ê Gulana 2018ê 241 akademîsyen hatine dadkirin. Dadgehan ji bo her yek ji 14 akademîsyenan salek û sê meh cezayê girtinê dane.
Bixwîne - Dozên Akademisyenên Aştîxwaz hatin taloqkirin
Ji bilî Prof. Dr. Zübeyde Füsun Üstel û Prof. Dr. Büşra Ersanlıyê ji bo wan akademîsyenên dî hikim nehatiye dayin. Dadgehê diyar kiriye “ji ber ku wan daxwaza paşdedana hikmî nekiriye” û “ji ber ku li dadgehê qinaeta nîşan bide ew bêsûc in çênebûye” ji bo wan hikim hatiye dayin.
Alk.Doç. Dr. Esra Mungan, Alk.Doç. Dr. Muzaffer Kaya û Doç. Dr. Kıvanç Ersoy (15ê Adara 2016ê) û Alk.Doç. Dr. Meral Camcı (31ê adara 2016ê) bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandaya rêxistinê” hatin girtin. Di 22yê Nîsana 2016ê serbest bûbûn.
(BK/MB)
Dadgehekê ji Zanîngeha Mûşê xwestiye ew xwe biparêze
.jpg)
Akedemîsyenên Zaningeha Enqereyê piştî 4 salan beraet kirine

DAYIKÊN/MIROVÊN ŞEMIYÊ
“Em ê di hefteya 701ê de jî li Qada Galatasarayê bin”

Polîsan êrîşî çalakiya Dayikên Şemiyê kir

2 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li rojnameger Canan Coşkûnê hate birîn
