TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
MEDYA
Rûpela 38
Saziyên medyayê giliya Tirkiyeyê bi Konseya Ewropayê kir
Saziyên medyaya navneteweyî ji ber ku li Wezareta Werzişê dest danîn ser qeydên roportajê yê Deutsche Welleyê, giliya Tirkiyeyê bi Konseya Ewropayê kir.
9 Îlon 2016
4 nobedarên weşanê jî gazî îfadedayînê hatin kirin
Rojnamegerên Mehmet Guç, Faruk Balikçi, Pîrê Elewiyan Hasan Hayrî Şanli û hunermend Deniz Turkalî ku beşdarê kampayaya nobedariya weşanê ya ji bo Ozgur Gundemê bûbûn, gazî îfadedayînê hatin kirin.
7 Îlon 2016
EFJê ji bo 2 nûçegihanên Evrenselê bang kir ku serbest werin berdan
EFJê ji bo nûçegihanên Evrenselê Cemîl Ugur û Halil Îbrahîm ku 15 roj in hatine binçavkirin û derbarê wan de ti agahî nayê dayîn de bang kir ku demildest serbest werin berdan.
7 Îlon 2016
DW: Wezîr Kiliç dest danî ser qeydên hevpeyvîna pê re
Deutsche Welleyê daxuyand ku wan ji bo bernameya xwe ya Conflict Zoneyê bi Wezîrê Werzişê Akif Çagatay Kiliç re li avahiya wezaretê hevpeyvîn kirine lê ji ber ku di wê hevpeyvînê de derbarê jikarderxistin û girtinên piştî hewldana derbeya 15ê Tîrmehê ji Kiliç hatiye pirsîn, wezîfedarên wezaretê dest danîne ser qeydên hevpeyvînê.
6 Îlon 2016
Rêxistinên ragihandinê yên navneteweyî li ser Tirkiyeyê daxuyaniyeka hevpar da
Yazdeh rêxistinên ragihandinê yên navneteweyî, li Stenbolê kom bûn û bi daxuyaniyekê da zanîn ku ji ber Rewşa Awarte û Biryarnameyên Bi Hikmê Qanûnan, li ser medyaya serbixwe zordariyeka ‘’nedîtî’’ hatiye kirin.
6 Îlon 2016
2 belavkarên Azadiya Welat hatin girtin
Di serdagirtina buroya Azadiya Welat de 11 xebatkarên rojnameyê ku hatibûn binçavkirin, 9 jê serbest hatin berdan, 2 rojnamegerên bi navên Arap Turan û Ferit Toprak hatin girtin.
6 Îlon 2016
Îtîraza ji bo girtina Asli Erdogan hat redkirin
Îtîraza ji bo girtina nivîskar û endama Lijneya Şewira Weşanê ya Rojnameya Ozgur Gundemê Asli Erdogan hat redkirin.
5 Îlon 2016
13 belavkarên Azadiya Welat serbest hatin berdan
Di 28 Tebaxê de polêsan avêtibûn ser avahiya navenda Azadiya Welat û 24 kesan binçav kiribûn. 13 kesên binçavkirî piştî 5 rojan serbest hatin berdan, lê 11 kes hê jî binçavkirî ne.
2 Îlon 2016
Nûçegihanê DÎHAyê Sebahattîn Koyuncu hat girtin
Nûçegihanê DÎHAyê Sebahattîn Koyuncu bi hinceta nûçeyên ku wî çêkirine û parvekirinên wî yên di medyaya civakî de, hat girtin.
2 Îlon 2016
Serdozgeriyê ji bo îfadeyê bidin bang kir 9 berpirsên weşana Ozgûr Gûndemê
Serdozgeriya Komarê ji ber neh rojnameger beşdarî ‘’Nobedariya Berpirsiyariya Weşanên Ozgûr Gûndemê’’ bûne ji wan xwest ew îfadeyê bidin. Di nav rojnamegeran de, Nadîre Mater, Tûgrûl Yilmaz û Hasan Cemal jî hene.
2 Îlon 2016
Çiçek Tahaoğlu
Necmiye Alpay hat girtin
Endama Lijneya Şêwirmendiya Weşanê ya Ozgur Gundemê, fîlolog û nivîskar Necmiye Alpay bi hinceta “endama rêxistina çekdarî ye” û “xerakirina yekîtiya dewletê” hat girtin.
1 Îlon 2016
24 xebatkarên Azadiya Welat hêjî binçavkirî ne
24 belavkarên Azadiya Welat ku di encama serdegirtina li ser avahiya navenda rojnameyê hatibûn binçavkirin, hê jî binçavkirî ne. Polêsan avêtin ser malên kesên binçavkirî jî. Parêzerê rojnameyê got ku wan derbarê binçavkirinan de ti muxatap nedîtine.
31 Tebax 2016
Derbarê 35 kesan de biryara binçavkirinê hat dayîn
Serdozgeriya Stenbolê di çarçoveya lêpirsîna cemaetê ku piştî hewldana derbeya 15ê Tîrmehê destpê kiribû de, derbarê 35 kesan de biryara binçavkirinê da. Di nav wan 35 kesan de gelek rojnameger jî hene.
30 Tebax 2016
Sibeyê nûçegihanên dildar dê li Stenbolê dest bi karî bikin
Kampanyaya ‘’nûçegihaniya dildarî’’ ya Cemiyeta Rojnamegerên Azad dê sibeyê kampanyaya xwe li ofîsa Stenbolê ya DIHAyê bidome.
29 Tebax 2016
Polêsan avêtin ser avahiya Azadiya Welat
Polêsan li Amedê avêtin ser avahiya navenda Azadiya Welat û yek jê zarok, 27 kesan binçav kirin.
29 Tebax 2016
Derbarê rojnameger Ergun Babahan de biryara binçavkirinê
Derherqê rojnameger Ergun Babahan de ji ber twita wî yê derbarê êrişa li dijî Kiliçdaroglu de biryara binçavkirinê hat dayîn.
26 Tebax 2016
Nûçegihanê DIHAyê Engin Eren 13 roj in binçavkirî ye
Nûçegihanê DIHAyê Engin Eren ku dema li Sêrtê diçû ji bo nûçe bişopîne hatibû binçavkirin. Engîn Eren 13 roj in binçavkirî ye.
25 Tebax 2016
TIB çû BTK hat: Malperên DIHA û JÎNHAyê dîsa hatin qedexekirin
Bi biryara BTKê careke din malperên DIHA û JÎNHAyê hatin qedexekirin. Heta niha 44 caran malpera DIHAyê, 9 caran jî malpera JÎNHAyê hatine qedexekirin.
24 Tebax 2016
Ozgurlukçu Demokrasi derket
Rojnameyeke nû ya ku demokrasî, jin, mafên mirovan, ked û ekolojiyê esas digire derket pêşberî xwendevanan. Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ya ku ji bo nûçegihaniya azad namzet e îro li bayiyan e.
23 Tebax 2016
Polîsan Nûçegihanê DIHAyê, Sebahattîn Koyuncu desteser kir
Polîsên hêzên taybet li navçeya Silopyayê ya Şirnexê dema bi ser malan de digirt, nûçegihanê DIHAyê, Sabahattîn Koyuncu desteser kiriye.
23 Tebax 2016
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Serdozgerîyê Tugba Tekereka rojnameger serbest berda
Tugba Tekereka rojnameger dema ku ji bo çêkirina nûçeyekê wêne digirtin hatibû desteserkirin, serdozgerî bêyî îfadeya wê bistîne biryara serbestberdana wê da.
22 Tebax 2016
Ozgûr Gûndema ku wek pêveka Atilimê belav bûbû dê bê komkirin
Hejmara ‘’Fa’il heman kes e, armanc heman tişt e’’ ya Rojnameya Ozgûr Gûndemê ya ku Rojnameya Atilimê ji bo hevgiriyê wek pêvekekê derxistibû dê bê komkirin.
22 Tebax 2016
Tugba Tekereka rojnameger hatiye desteserkirin
Tugba Tekereka rojnameger dema ku ji bo çêkirina nûçeyekê wêne digirtin hatiye desteserkirin.
22 Tebax 2016
AA: 19 xebatkarên TRTê hatin girtin
AAyê ragihand ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Enqereyê dimeşîne de 9 xebarkarên TRTê hatin girtin.
19 Tebax 2016
Nûçegihana DIHAyê Meltem Oktay hat tehliyekirin
Nûçegihana DIHAyê Meltem Oktay ku 4 meh in girtîbû, îro hat tehliyekirin.
18 Tebax 2016
Rojnameya Ozgur Gundemê hat girtin
Rojnameya Ozgur Gundemê ji hêla 8. Dadgeha Sulh Cezayê ya Stenbolê ve bi hinceta ‘propagandaya rêxistinê dike’ hat girtin.
16 Tebax 2016
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Can Dundar wezîfeya xwe ya li rojnameya Cumhuriyetê bi dawî kir
Can Dundar ku salek û nîv bû Berpirsê Weşana Giştî ya Rojnameya Cumhuriyetê bû, daxuyand ku wî dest ji wezîfeya xwe berda û diyar kir ku ew ê di rojnameyê de weke nivîskar xebetên xwe bidomîne û heta OHAL bi dawî nebe jî ew venagere Tirkiyeyê.
15 Tebax 2016
Li Amedê 4 rojnameger hatin binçavkirin
Nûçegihanên Evrenselê Hasan Akbaş, Firat Topal, Serpil Berk û rojnamegerê serbixwe Sertaç Kayar dema duh li Amedê ji bo nûçeyê çûn cihê ku lê teqîn çêbûbû, hatin binçavkirin.
11 Tebax 2016
Helwesta medyaya nêzî hukimetê li hemberî Rûsyayê de çawaye?
Medyaya nêzî hukimetê piştî ji hêla Tirkiyeyê ve xistina balafira Rûsyayê manşetên çawa anî ziman? Helwesta wan ê derbarê hevdîtina Erdogan-Pûtîn ku duh pêk hat de çawa ye, îro kîjan manşetan anîn ziman?
10 Tebax 2016
Derbarê 6 gotar û nûçeyeke Ozgur Gundemê de doz hat vekirin
6 gotar û nuçeyeke Ozgur Gundemê ku di 25ê Nîsana borî li rojnameyê hatibûn weşandin, kirin hinceta ‘propagandakirina rêxistinê’ û derbarê nivîskar Çelebî, Berpirsê Weşana Giştî ya rojnameyê Akyol û Midurê Karên Weşanê Kizilkaya de doz hat vekirin.
9 Tebax 2016
Kampanyaya Ozgur Gundemê bi dawî bû
Kampanyaya "Nobeta Gerînendeya Giştî" ya ji bo piştevaniya rojnameya Ozgur Gundemê bi dawî bû. Edîtorê Rojnameya Ozgur Gundemê Zana Kaya peywîra berpirsê weşana giştî girt ser xwe û ragihand ku gefên li ser çapemeniyê hêj berdewam dikin û ji ber vê yekê dê kampanyayê bi piştevaniyek hîn xurttir bi rêbaz û şemalên din berdewam bikin.
8 Tebax 2016
Candan Badem: Cara yekem e ku ateîst û marksîstbûyîn bi kêr hatin
Akademîsyen Doç. Candan Badem ku hatibû binçavkirin, piştî serbest hat berdan di twîtterê de got: ‘Ez keseke sosyalîst, marksîst û ateîst im. Hûn çawa dikarin navê min bi FETO re bi kar bînin. Armanca wan kesên ku navê min bi FETO re tînin ziman dibe ku bixwazin lêpirsînan vala derxînin.’
5 Tebax 2016
1
...
36
37
38
39
40
41